Komîteya Misirî ya ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyaya îmzeyan kir

Komîteya Misirî Ya Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan dest bi kampanyaya îmzeyan ji bo azadiya rêber Ocalan kir û got ku azadiya Ocalan misogeriya xwîşk û biratiya gelan li herêmê ye.

Komîteya Misirî Ya Ji Bo Azadiya Ocalan bi riya daxuyaniyekê piştgiriya xwe da pêngava navdewletî ya ji bo azadiya Ocalan û ji aliyê xwe ve kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan a li zindana Îmraliyê.

Hat destnîşan kir jî ku bêdengiya saziyên navdewletî û nedîtina wê ji pêngavên ku piştgiriyê didin azadiya rêber Ocalan, dihêle ku Tirkiye tecrîda ser Ocalan girantir bike.

Komîteya Misirî Ya Ji Bo Azadiya Ocalan got ku tevî hemû astengiyên li pêşiya wî, Ocalan ji bo azadiya gelê xwe û jiyana demokratîk a hevbeş a di nava gelan de di nava hewildanan de ye.

Komîteyê bang li her kesê ku piştgiriyê dide mafên mirovan, demokrasiyê û gelan kir ku destekê bidin pêngavên ji bo azadiya rêber Ocalan.

Back to top button