Di 21 salan de hezar û 352 serlêdanên ji bo Ocalan hatin redkirin

Bê edaletî û faşîzma AKP’ê ji her demê zêdetir li pêş e. Tevî 21 sal in Rêber Ocalan li zindana Îmraliyê girtiye, her tim mafên Ocalan yên rawa têne binpêkirin. Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku tecrîda mutleq bi biryara hêzên serdest tê sepandin û ji Kurdistaniyan daxwaza xurtkirina çalakiyan kir.

Rêber Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin û bi tecrîda mutleq re rû bi rû ye.

Parêzerên Ocalan ji roja hat girtin heta 27’ê Tîrmeha 2011’an bi giştî 765 caran serlêdana hevdîtinê kirin.

Di nava vê navberê de, parêzeran hezar û 770 caran serlêdan kirine û ji wan hezar û 352 hatine redkirin.

Newroz Uysal: Rêber Ocalan di şertên zehmet re derbas dibe

Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Newroz Uysal bal kişande ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:

Rewşa Ocalan, avaniya girtîga ku lê dimîne, şertên girtin û tecrîdê bi rewşên hevşib ên cîhanê re tim tê rûberîhevkirin.

Di dîrokê de her carê zext û zordarî li wan kesên ku têkoşîna netewî dane hatiye kirin.

Jixwe di esasê xwe de tecrîda mutleq dij hiqûqî ye. Lê bi israr qedexe û tecrîd dewam dikin.

Newroz Uysal: Azadiya Rêber Ocalan pêkan e

Parêzer Newroz Uysal dibêje:

“Di warê hiqûqî de, divê birêz Ocalan di 2024’an de were berdan.

Ji ber vê yekê ji bo azadiya Ocalan, divê aliyên berfireh û derdorên demokratîk têbikoşin.

Newroz Uysal di dawiyê de anî ziman ku di dema pêvajoya girêva birçîbûnê ji 2016’an ve qedexe li ser parêzeran hate danîn û got:

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta Îlona 2020’an hemû serlêdanên me hatin redkirin.

Ev jî li Îmraliyê tiştekî nû bû. Ev 13 mehan bersiv nedane me.

Piştî Îlonê qedexeyeke din li ser me danîn; bi vê hincetê hevdîtina bi malbatê re jî hate astengkirin.’

Back to top button