Çalakiyên greva birçîbûnê li zindan, Mexmûr û Yûnanistanê didomin

Çalakiyên greva birçîbûnê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li zindan, Mexmûr,Yûnanistanê berdewam dikin. Li Siwêd jî koma 4’an dewir girt.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li 107 girtîgehan bi biryardarî, di roja 58’an de li dar e.

Li Wargeha Mexmûrê, bi pêşengtiya jinan çalakî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 37’an de berdewam dike.

Her wiha li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hate destpêkirin, di roja 20’an de ye.

Li Siwêdê koma 4’an çalakiya grevê dewir girt

Li bajarê Helsîngboûrg ê Swêdê jî bi heman armancê dest bi grevê hatibû kirin û niha koma 4’an çalakî dewir girt.

Çalakvanên ku li Vaxjo û Karlshamnê çalakiyê dimeşînin, banga xwedîderketinê li berxwedana grevên birçîbûnê kir.

Çalakiya li Berlînê di roja 10’an de bi dawî bû

Çalakiya li Qada Alexanderplatzê ya Berlînê jî di roja 10’an de bi dawî bû.

Çalakî bi tevlîbûna TEKO-JIN, TCŞ, TJK-E, SKB, ATÎK, Dest-Dan, Meclisên Jinan, Meclisên Kurdistaniyên Azad ên Berlîn, Komeleya Rojava ya Berlîn pêk hatibû.

Ev yek piştî deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda ‘Ey Reqîb’ dest pê kir.

Di çalakiyê de, gelek axaftin û daxuyanî ji aliyê, KON-MED, SKB, FED-KURD û hinek aliyên din, hatin kirin û dayîn.

Ji hêla aliyên navborî hat teqezkirin ku ew ê li gelek deverên Almanya çalakiyan bikin û ji têkoşîna xwe venagerin û her piştgiriyê bidin berxwedana zindanan.

Back to top button