Balafirgeha Bexdayê bi 4 mûşekan hat armanckirin

Li gel operasyon û tevgera artêşa Îraqî ji bo lipeyketina çeteyên DAIŞê, balafirgeha Bexdayê careke din bû armanca mûşekên Katyûşa.

Li gorî dîmenan, berbanga vê sibê, 4 mûşekên Katiyoşa bi ser balafirgeha Bexdayê ya li rojavayê paytextê de hatin berdan.

Li ser vê jî pergala parastina asmanî ya hêzên Amerîkî yên li baregeha Victory, bersiva êrîşan da.

Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Îraqê anî ziman ku 2 mûşek derveyî balafirgehê û yek jî bi ser maleke sivîl de ket.

Heta niha ti agahî der barê ziyanan de nehatine biparvekirin.

Back to top button