Bêrîvan Xalid: Jinan muhreke xwe li qada biryarê ya Rêveberiya Xweser xist

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku rola jinan di Rêveberiya Xweser de diyarker û şînber e û jinan han dikin ku rola xwe di civakê de pêk bînin. Bêrîvan diyar kir ku têkoşîna parastina destkeftiyên jinan û xelasiya ji hişmendiya desthilatdar berdewam e.

Bêrîvan Xalid, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser diyar kir ku jinan bi beşdarbûna xwe ya çalak, muhera xwe li qada biryarê ya Rêveberiya Xweser xist.

Bêrîvan Xalid xebatên du salan ên jinan di Rêveberiya Xweser de di hevpeyvînekê de ligel ajansa nûçeyan ANHA’yê nirxandin kir û anî ziman ku jinan di qada siyasî, leşkerî û aborî de û her wiha di aliyê rêveberî de bi rolek sereke ya pêşeng rabû.

Ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser, ji herêma Cizîr, Efrîn, Firat û heta Rêveberiyên Sivîl ên Tebqa, Minbic, Reqa û Dêra Zorê, jinan xwe di nav rêveberiyê de bi rêxistin kirin.

Ev rêxitinbûn li ser asta hevserokatiyê di hemû deste, buro û komîteyan de û li ser asta nûnertiyê di bin navê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk hat.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser anî ziman ku têkoşîna parastina destkeftiyên jinan û xelasiya ji hişmendiya desthilatdar û rêgirtina li ber veguherandina rêveberî bo desthildardariyê berdewam e.

Bêrîvan dibîne ku di Rêveberiya Xweser de rola jinan diyarker û şînber e, ji ber Rêvberî hemû jinan han dike ku bi rola xwe rabin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, bandor li xebatên Rêveberiyê bi giştî û li xebatên jinan bi taybetî kir.

Ji dema avakirina Rêveberiya Xweser ve, jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin, ji qanûna jinan, erêkirina qanûnê û pêkanîna wê li herêmê bigire, heta pergala hevserokatiyê û beşdarbûna di hemû nivîsgeh û desteyên Rêveberiya Xweser de û rola wê ya pêşeng di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Back to top button