Senatoya Amerîkî ragihand ku 8 Sibatê dadgehkirina Trump piştî radestkirina tawanên lêpirsînê, dest pê dike.
Mezinê demokratan li Senatoyê Chuck Schumer da xuyakirin ku li gel serdozgerên Parlamenê dem heye ku amadekariya dadgehkirina Trump û koma wî bikin.
Seroka Encumena Parlamenteran Nancy Pelosi Chuck Schumer agahdar kir ku lîsteya tawanên Trump, dê Duşemê radestî Senatoyê bê kirin.
Li gel daxwaziya mezinê komarparêzan Mitch McConnell a dûrxistina Trump, bi dehan komarparêz jî banga lêpirsîna yê dawî dikin.
Şarezayê stratejîk ê komarparêzan Addy Sathy dibêje hin komarêz bi rijd in ku Trump tawanbar bikin, lê jimara wan têra derbaskirina vê biryarê nake.
Hinek demokratên li Senatoyê hewl didin ku benda 14’an a destûrê li dijî Trump çalak bikin ku nikaribe bibe namzetê hilbijartinên 2024’an.
Ev bend, nahêle ti berpirs ti erkî bigire “eger beşdarî arandin an sorkirina tundiyê bûbe.”