Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi şîara ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê bi meşekî girseyî şermezar kirin.

Komploya 15’ê Sibatê li Başûrê Kurdistanê jî hate şermezar kirin.

Şêniyên Mexmûr bi druşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ meşekî girseyî lidarxistin.

Meş ji ber avahiya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir.

Li wir daxuyaniyek ji aliyê Endamê Meclîsa Gel Bêwar Unver ve hat dayîn.

Bêwar Unver balkişand ser armancên komployê û got:

“Hewl dan jiyana civakê û gelan tarî bikin.

Ji ber wê li dijî Rêber Apo ev komplo pêk anîn.

Lê gelê gelê Kurd û gelên azadîxwazên cîhanê, li Rêber Apo xwedî derketin û komplo negihîşt armancên xwe.”

Bêwar Unver diyar kir ku ew weke gelê Mexmûrê komployê şermezar dikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Asayîşa Silêmaniyê meşa 15’ê Sibatê asteng kir: Gelek kes hatin binçavkirin

Devereke din ku amadekariyên meşê li dihat kirin jî bajarê Silêmaniyê bû.

Lê Asayîşa Silêmaniyê meş asteng kir û bêtirî 20 kes hatin binçavkirin.

“Ji bo Êzidiyan 15’ê Sibatê jî wekî 3’ê Tebaxê rojeke reşe”

Li Meclisa Gel a Guhbel a Şengalê jî têkildarî Komploya li dijî Rêber Apo semînerek hate dayîn.

Beşdarvanên semînerê gotin:

“15’ê Sibatê ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û taybet civaka Êzidî rojeke reşe.

3’ê Tebaxa 2014’an ji bo me çibe, 15’ê Sibatê jî di heman wateyê de ye.”

Fermandara YJŞ: Divê gelên azadîxwaz, ji bo azadiya rêbertî têbikoşe

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî diyar kir ku di şexsê Rêber Apo de mirovahî, civakên bindest û jin hatin hedef girtin û got:

“Doza Rêbertî daye despêkirin li ser esasê azadiya jin û gelan bû.

Lewma em bi fikir û ramanên Rêbertî hene. Ji bo azadiya Rêbertî em bi israrin.”

“Gelên herêmê azadiya xwe di sîstema Rêber Apo de dibînin”

Şervanên YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb jî diyar kirin ku bi saya fikrê Rêber Apo pêkvejiyana gelan çêbû û gotin:

“Di mijara azadiya jin de jî di nava civaka me de gelek pêşketin çêbûn.

Gelên herêmê azadiya xwe di vê sîstemê de dibîne.”

“Ocalan serokê yekemîne ku çareseriya herî baş ji pirsgirêka Kurd re pêş xistiye”

Mamostayên Zanîngeha Koye jî li ser mijarê ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Mamosteyan diyar kirin ku Rêber Apo tekane kese ku kariye ji bo pirskirêka Kurd çareseriya herî baş pêş bixe û têbikoşe.

Li Germiyanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin

Back to top button