Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û rêveberiya xweser jî di komxebata êlên sûriyê de axivîn û gotin:
Hêzên destwerdanê li pêşeroja gelê Sûriyê dikin, fitne û gendeliyê di navbera êl û pêkhateyan de çêdikin.
Divê gelê Sûriyê li bêşiya planên wan bisekinin û bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.
Şêx û rûspiyan jî teqez kirin ku ew ê destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatina bidestxistin biparêzin û yekîtiya gelê sûriyê misoger bikin..
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di komxebata êl û eşîrên herêmê de axivî.
Îlham Ehmed got;
“Îro li vir em bihev re pêşeroja xwe xêz dikin û Sûriyeke nû bi yekdestî ava dikin.
Berê xwe piştî têkbirina terorê, pev re diyar dikin û çawa pev re bigihîjin peymaneke nû û yekkirina gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û çandên xwe.
Îlham diyar kir ku hêzên destwerdanê li pêşeroja gelê Sûriyê dikin, fitne û gendeliyê di vê pêvajoya hesas de ku herêm tê re derbas dibe, di navbera êl û pêkhateyan de diafirînin.
“Me planek ji bo gava pêş daniye da ku nexşeyên nû û jiyaneke nû xêz bikin.
Em ê bikarin hemû astengî û dijwariyên ku li pêş me derkevin, derbas bikin û li hember bisekinin.
Parçekirina xaka Sûriyê, nijadpersetî û tu nakokiyên ku di navbera pêkhateyan de li ser bingehê netewe û etnîkî der bikevin, red kir.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bal kişand ser herêmên nû ji terorê hatine rizgarkirin û wiha anî ziman:
“Em dizanin ku pêdiviya wan herêman bi xizmetguzariyê heye.
Ev daxwaz jî dikare bê çareserkirin û dabînkirin û ne ku dozên nayên çareserkirin.
Çawa ku zimanê diyalogê di navbera me de heye, em serkeftî ne.
Ev jî tê wateya em dikarin hemû astengiyan derbas bikin û tu tişt dijwar nîn e.”
BANG LI SÛRIYAN DIKE KU DÛRÎ HÊZÊN KU DESTWERDANÊ LI PÊŞEROJA SÛRIYÊ DIKE, BIKEVIN
Piştre bi nave rêveberiya xweser a bkur û rojhilatê sûriyê Bêrîhan Xalid û Abid Hamid El-Mihbaş jî axivîn.
Rêveberiya xweser bang li gelê sûriya ye kir ku dûrî hêzên destwerdanê li pêşeroja gelê sûriyê dikin bikevin.
Her wiha hemû aliyên ku piştgiriya aramiya aborî û civakî ye gelê Sûriyê dike aktîv bikin.
Di komxebatê de bi dehan şêx û rûsipiyên êalan axivîn .
Şêx û rûspiyan kêfxweşiya xwe bi lidarxistina komxebatê anîn ziman û teqez kirin ku ew ê destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatina bidestxistin biparêzin.