Koçberên Efrînê cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî li Şehba, û Helebê bi çalakiyên cuda ev roj hat pîrozkirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê şahiyek li qada Kampa Serdem a gundê Til Susin li dar xist.

Bi sedan xwendekar, mamoste û nûnerên saziyan tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de, hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Zelûx Bekir axivî û Cejna Zimanê Kurdî li her kesî pîroz kir.

Di dawiyê de beşdaran li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê gerandin.

Li Helebê coşa şahiya cejna Zimanê Kurdî

LI Helebê jî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) şahiyek li dar xist.

Şahî bi dirûşma “Bi çirûska 15`ê Gulanê em dê şoreşa xwe heta serkeftinê û têkbirina dagirkeriyê gur bikin” li Dibistana Alan Mihemed a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin.

Di şahiyê de hat gotin ku, Ziman, hebûn, nasname, dîrok, erdnîgarî û çand e.

Me jî ji bo ku bi zimanê xwe biaxivin û fêr bibin şer kir û me armanca xwe bi dest xist.

Di dawiya şahiyê de, beşdaran li ber stranan govend gerandin.

Li herêma Cizîr û Firatê 15’ê Gulanê hate pîrozkirin

Back to top button