Kroatya tevî bertekên Bosna Hersekê Pira Peljesac qedand

Kroatya tevî bertekên Bosna Hersekê jî Pira Peljesac qedand.
Pira ku peravên başûrê Adriyatik ve tê girêdan, bi merasîmeke pîrozbahiyê hate vekirin.

Di merasîmê de Serokomarê Kroatya Zoran Milanovic, Serokwezîr Andrej Plenkoviç û gelek rayedarên payebilind amade bûn.

Plenkoviç vekirina pirê wek rojeke dîrokî bi nav kir û wiha got:

“Ez serbilind, kêfxweş û spasdar im.”

Pira di navbera Komarna û Brijesta de 55 metre bilind û 2,4 kîlometre dirêj e.

Ev pir li peravên Neumê ya yekane bajarê peravê yê Bosna Hersekê ye.

Di heman demê de tê armanc kirin ku bi pirê re wê krîza tirafîkê jî çareser bibe.

Lê Bosna Hersek de dema despêka avakirina pirê de bertek nîşanda.

Sedema vê yekê jî bi herêma ku pir lê hatiye çêkirin avên navnetewî ye û wê rê li ber deryaya vekirî bigre.

Kroatya ya ku welateke li başûrê parzemîna Ewropa ye nifûsa xwe 3,8 mîlyon e.

Yek ji dahatuya herî sereke ya aboriya welat, geştiyarî ye.

Biryara avakirina pirê, 2007’an hate dayîn.

Lê ji ber nirxê wê zêde bû, ev yek ji bo 5 salan hat paşxistin.

Pira navborî bi 526 mîlyon euroyî ji aliyê şirketên Çînê ve hate çêkirin.

Back to top button