Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne

Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi berxwedaneke mezin dewame.
Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê îro di roja 63’an de ye.
Her wiha Nobetêm Edaletê jî ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye destpêkirin didome.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 63’ê rojin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Greva birçîbûnê ya dorveger îro jî bi berxwedaniyeke mezin dewam kir.

Dîlgirtiyên azadiyê di peyamên ku dişînin de diyar dikin ku ew di şikandina tecrîdê de bi îsrarin.

Nobetên Edaletê: Ev çalakî rêwîtiyeke serketinê ye

Her wiha Nobetên Edaletê yên ku li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî destpêkiriye dewam dike.

Çalakgeran îro careke din banga bicîhanîna daxwazên girtiyan kirin û gotin:

“Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan.”

Bi heman awayî berxwedana zindana hate silav kirin.

Her wiha çalakgeran careke din destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 62. de ye

Back to top button