Li dehan bajaran baro ji bo prastinê berê xwe dan Enqerê

Meşa parêzer û hiqûqnasan a ji bo mafê xwe biparêzin ber bi Enqereyê ve dest pê kir. Rêveberên Baroyan beriya derkevin rê daxuyanî dan û gotin:

“Ji bo darazek serbixwe û bi hêz em dimeşin. Divê dest ji pêşnûmeya pergala hilbijartina baroyan berdin.”

Parêzerên ku ber bi Enqereyê ve derketin rê cilên li ser “Parastin dimeşe” li xwe kirin.

Baroyên Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Hetay, Antalya, Îzmir, Aydin û gelek bajarên din, bi boneya mafê xwe biparêzin li bajarên xwe daxuyanî dan.

Piştî daxuyaniyan baroyên bajaran li dijî pêşnûmaya pergala hilbijartina baroyan, bi karwanan ketin ser rêya Enqereyê.

Baroya Wanê, beriya ku li dijî pêşnûmeya pergala hilbijartina baroyan biçin Enqereyê, li pêş Edliyeya Wanê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, anî ziman ku îro guhertinên der barê baro û odeyan de tên kirin, bêyî nêrîn, fikr, rexne û pêşnîyarên wan bigirin van guhertinan dikin.

Piştî daxuyaniyê Serokê Baroya Wanê Uçar û 4 parêzer ber bi Amedê ve derketin rê.

Baroya Mêrdînê jî bi heman armancê beriya meşê li pêş avahiya Baroyê kom bûn û daxuyanî dan.

Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.

Serokê Baroya Mardinê Îsmail Elik anî ziman ku deshilat dixwaze li gorî xwe baroyan terbiye bike û ewê destûr nedin vê yekê.

Baroyên Edene, Mêrsîn, Hetay, Antalya, Aydin û Îzmir jî bi heman armancê daxuyanî dan û dest bi meşê kirin.

Baroyan bi dirûşmeya “Parastin dimeşe” li pêş avahiyên xwe daxuyanî dan û meşiyan.

Back to top button