Çeteyan ji bo berdana du sivîlan 400 Dolar fidye stand

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk kiryarên dermirovî li dijî sivîlan didomînin.

Çeteyan li Efrînê ji bo berdana du sivîlên ku revandibûn fidye standin, li ser berhemên genim û ceh jî 15% bac ferz kirin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan beriya du hefteyan şêniyên bi navê Ebdo Mûrad (37) û Mistefa Taleh (45) revandibûn.

Çeteyan ji bo berdana wan, 400 dolar fidye standin.

Çeteyan li navçeya Bilbilê 70 darên zeytûnê birîn

Li gundê Şêx Xorzê yê navçeya Bilibilê, çeteyan 70 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Memo Mihemed Şêx Mihemed birîn.

Malpera Afrinpost diyar kir ku di Nîsana 2018’an de çeteyan şêx Mihemed (50) revandibû.

Çeteyan 15% bac li ser berhemên genim û ceh ferz kirin

Li herêma Efrîn a dagirkirî jî, çeteyan 15% ji berhemên genim û ceh bac ferz kir.

Heman malperê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo desteserkirina li ser berheman, patosên xwe derbasî herêmên dagirkirî kirin.

Back to top button