Şêniyên Reqayê bang li NY û hêzên cîhanê kirin ku êrişên dewleta dagirker li dijî herêmê rawestînin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê li djiî sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li djiî herêmê, meşek li dar xist.
Çalakî ji pêşiya Parka 7’ê Nîsanê dest pê kir û li Çerxerêya Neîm veguherî mêtingê.
Li wir berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fida El-Meşleb daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji çîrokên civaka navneteweyî û mafên mirovan bêzar bûn.
Ev awazên ku li ber wan mirov tên qetilkirin.
Sûcên hovane û terora rejîma Tirk, rûyê rastîn ê civaka navneteweyî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de, bang li NY’ê û hêzên naveneteweyî hate kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî herêmê bikevin nava liv û tevgerê û rê li dewleta dagirker bigirin.



