Dagirkeriya Tirk dijî Kobanê êrişa hewayî pêk anî

Dagirkeriya Tirk îro dijî Kobanê êrişa hewayî pêk anî.
Di êrişê de 3 welatî birîndar bûn.
Dewleta dagirker ji doh ve navçe û gundewarê Şehbayê jî topbaran dike.
Her wiha konvoya leşkerên Rûsî jî kir armanc û ji leşkerên Rûsî kuştî û birîndar hebûn.

Li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê êrşên xwe didomîne.

Îro balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker demjimêr 11’an motorsîklêtek kir hedef.

Êriş li ser rêya Helebê ya têketina başûrê bajarê Kobanê pêk hat.

Di êrişa li Kobanê de 3 kes birîndar bûn

Di vê êrişa dewleta Tirk a dagirker de, 3 welatî birîndar bûn.

Gorî nûçegihanên me, welatiyên bi navên,

Mihemed Behcet Eyûb 25, Xebat Edhem 28 û ElA Ebd Elrezzaq 22 birîndar bûn.

Ji bo dermankirinê birîndar rakirine Nexweşxaneya Emel a li Kobanê û rewşa yekî ji wan giran e.

Dagirkeriya Tirk ji duh ve gundewarê Şehbayê topbaran dike

Ne tenê li Kobanê, her weha artêşa Tirk a dagirker vê sibê derdora navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê topbaran kir.

Konvoyeke hêzên leşkerî yên Rûsî ku xwestin biçin cihê topbaranê hat armanckirin. mayinek di wan de teqiya

2 Leşkerên Rûsî hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn

Li gor nûçegihanê me ragihand 2 leşkereke hêzên rûsî jiyana xwe ji dest daye û 2 jî birîndar bûn e.

Ji bo dermankirinê jî, hêzên Rûsî bi helîkopterê birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyên derveyî şehbayê..

Seatên topbarê helîkopterên rûsî li heremê digeriyan.

Dewleta dagirker doh êvarê jî gundê Soxanekê û derdora gundê Bênê Şewarqa malikiyê merenazê, Tat Meraş û navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Back to top button