Şêiyên Girkê Legê û Til Koçer bi çalakiyan Tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û banga azadiya wî ya Fîzîkî kirin.
Li herêmê çalakiyên bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocelan didomin.
Înisiyatîfa Gel li dijî tecrîdê meşeke girseyî li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişo li dar xist.
Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li sûka navendî veguherî mîtîngê.
”Azadiya Rêber Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kilîta aştiyê ye”
Li wir hevserokê PYD a Girkê Legê Idrîs Ehmed axivî.
Idrîs Ehmed îşaret bi rola felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a di danîna çareseriyan ji krîzên Rojhilata Navîn re kir.
Idrîs Ehmed bang li gelê herêmê kir ku berxwedan û tekoşîna xwe bilindtir bikin heta ku azadiya Rêber Apo misoger bibe.
Şêniyên Til Koçer banga azadiya Rêber Apo kirin
Li wir li ser navê Însiyatîa Gel a Til Koçerê Mehmûd El-Salih axivî.
El Salih îşaret bi siyasetên dijminane yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
El Salih da zanîn ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan hedefgirtina gelên berxwedêr û pêkhateyên wê ye.
Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongra Star a Til Koçerê Emel El Celod axivî û got:
“Divê em dengê xwe bilind bikin û li hember siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê herêmê û Rêbertî bisekinin.



