Beyrût-Komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn’

Îro li Lubnanê komxebatek hat li dar xistin.
Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetirî 80 kesayet beşdar bûn.
Di vê komxebatê xebatê de, Tecrîda li dijî rêber ocalan, Aloziya global ya li welatên cîhanê, girîngiya rêveberiya gel û gelek pirsgirêkên din ku rojhilata navîn têre derbas dibe û riyên çareseriya van pirsgirêkan ji aliyê beşdarên komebatê ve hatin nîqaşkirin.

Îro li paytexta Lubnan Beyrûtê, ji bo nîqaşkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina wan, ‘Komxebata Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ hat lidarxistin.

Komxebat ji aliyê Kongreya Federal a Mayînde ya Lubnanê bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê û Platforma Rojhilat a Pirrengî ve hatiye rêxistinkirin..

Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetirî 80 kesayet beşdar bûn.

Şaban: Di doza Rêber Ocalan de her kesî kêmasî kiriye

Di rûniştina yekemîn de, Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Şaban axivî û daxwaza yekîtiya herêma Rojhilata Navîn kir.

Şaban anî ziman ku di doza Rêber Abdullah Ocalan de her kesî kêmasî kiriye û got:

“Çawa ku me azadiya Nelson Mandela pêk anî, divê her kes ji bo azadiya Ocalan a fîzîkî jî bibe yek.

Foza Yûsif: Rêveberiya heyî ya li Rojhilata Navîn olperestî ye

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif jî di rûniştina yekemîn de axivî.

Foza Yûsif bal kişand ser komploya li dijî rêveberan û Rêber Abdullah Ocalan wekî nimûne destnîşan kir.

Foza anî ziman ku rêveberiya heyî ya li Rojhilata Navîn xwedî feraseta olperestî û zayindperestî ye û wiha dom kir:

“Kesayetên ku dikarin rêveberiyê bikin, dibin hedef. Mîna ku laş bê serî bihêlin.”

Silêman Îlyas: Rejîma Global di hemû astan de ketiya nava aloziyê

Her wiha gerînendeyê Navenda Lêkolînan a Firatê Silêman Îlyas jî, derbarê aloziya cîhanî, sedem û encamên wê, axivî.

Îlyas destnîşan kir ku rejîma global di hemû astan de ketiye nava aloziyê û got:

“Ji dema destpêkirina aloziya darayî ya cîhanê di dawiya 2008’an de, cîhan bi bandorên wê re rû bi rû ye.

Aloziya deynan a aboriya welatên Ewropayê gefên cidî li hebûna Yekîtiya Ewropayê dixwe.

Çarenûsa dolar jî ne diyar e, dolar li gel bandora aborî ya paşketî ya Amerîkayê, pê-baweriya xwe ji dest daye.”

Her weha di komxebatê de, pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Komxebat bi nîqaşên li ser Komploya Navneteweyî, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê, pêkanîna xebata hevbeş berdewam e.

Back to top button