Mezlûm Ebdî: Şîfaya lezgîn bo birîndaran hêvî dikin

Artêşa Amerîkayê vê sibehê ragihand ku helîkoptereke wan li Bakur û Rojhilatê Sûrî ketiya xwarê û 22 leşkerên wan birîndar bûne.
Fermandarê QSD Mezlûm Ebdî jî, ji bo birîndaran şîfaya lezgîn xwest.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî li ser ketina helîkopterê twîtek weşand.

Mezlûm Ebdî ji birîndarên helîkoptera Amerîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketî xwar, şîfaya lezgîn xwest û got:

Em bi hevkarên xwe re li ser dewamkirina şerê li dijî DAIŞ’ê ji bo aramiya herêmê, pabend in.

Back to top button