Li Tirbespiyê nêzî 120 hezar kes bê elektrîk û bê av man

Ji ber êrîşên dewleta Tirk 120 hezar şêniyên Tirbespiyê bê elektrîk û bê av mane.
Li Tirbespiyê ji 13’ê Çileyê û vir ve elektrîk û av bi temamî qut bûye.
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Navçeya Tirbespiyê Mizgîn Lezgîn axavî û got:
“Malbatên li Tirbespiyê di demeke zor û zehmet de ne.”

Ji ber ku êrîş li ser navenda gazê ya bingehîn a Tirbespiyê hate kirin li navçeyê sotemenî li ber qedandinê ye.

Li Tirbespiyê û gundên wê 120 hezar kes bê elektrîk û bê av mane.

Ji ber nebûna mazotê jî tê texmînkirin ku jenerator jî piştî demeke kurt bêbandor bimînin.

Li navçeya Tirbespiyê 14 hezar û 700 xwendekarên li 150 dibistanan nikarin perwerdeya xwe dewam bikin.

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Navçeya Tirbespiyê Mizgîn Lezgîn qala zor û zehmetiyên ji ber êrîşan kir.

“Malbatên li tirbespiyê di demeke zor û zehmet de ne”

Lezgîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji 13’ê Çileyê û vir ve êrîşî binesaziya Tirbespiyê dike û got:

“Malbatên li Tirbespiyê di demeke zor û zehmet de ne.

Gundên ser bi navçeyê û bajarok bi temamî bê elektrîk û bê av mane.

Ji 13’ê Çileyê û vir ve elektrîk û av a me bi temamî qut bûye.

Êrîş li ser navendên bingehîn ên elektrîk, petrol û gazê yên li navçeyê hate kirin.

Niha gaz nîne, ji ber ku navenda gazê ya bingehîn hate bombekirin gaza heyî jî li ber qedandinê ye.”

“Meclisa navçeyê bi gel re ye”

Lezgîn ragihand ku weke meclîsa navçeyê ji bo pêçandina birînên gel ew seferber bûne û ev agahî da:

“Di Kanûna 2023an de êrîş li qadên petrolê û santralên elektrîkê hatin kirin.

Ji ber vê êrîşê nêzî 20 gund bê elektrîk û bê av man.

Beriya hefteyekê kêm jî be me pirsgirêka av û elektrîkê çareser kir, lê belê bi êrîşên dawî re careke din em li serî vegeriyan.”

Lezgîn destnîşan kir ku weke meclîsa navçeyê ew ê li gorî derfetên xwe xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Bandorên êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî

Back to top button