Hesen Koçer: Em ê bi hêza xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê axivî û got: “Em ê bi hêza xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin”.

Hesen Koçer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta her tiştî dide ber xwe dimeşîne û got:

“Tirkiye bi êrişên xwe armanc dike gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike.

Jiyanê li ser vê erdîngariyê tune bike û gelên wê koçber bike.

Êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê jî nîşan dide ku armanca dewleta Tirk dagirker vejandina DAIŞ’ê ye.”

Hesen Koçer destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo têkbirina êrişan xwe naspêre hêzên li derve; lê bi gel û hêzên xwe û hêzên demokratîk ên li herêmê li ber xwe dide.

Koçer helwesta hikumeta Şamê rexne kir û got:

“Ji destpêkê ve lihevkirinên navneteweyî û îstixbaratî di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de hene.

Salih Muslim: Dagirkeriya Tirkiyê dixwaze vîn û projeyên Kurdan hilweşîne

Back to top button