Li navçeya Lîce ya Amedê leşkerên Artêşa Tirk a dagirker 4 şivan kelepçe kirin û êşkence kirin.
Yek ji şivanên wê hovîtiyê re rû bi rû hat behsa buyerê kir û got; “Êşkence û heqaret li me kirin.”
Dewleta Tirk a dijminê sondxwarî li hemberî Kurdan sînoran nas nake.
Li ku deverê Kurdek xwedî rûmet hebe, dewleta Tirk a qirker wî dike armanca êrişên xwe.
Li gorî Ajansa Mezopotamya ev dîmên li navçeya Lîce ya Amedê hatine kişandin.
Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker 4 şivan bi awayekî kêfî kelepçe kirine û êşkece dikin.
Wekî ku ev yek têrê neke, leşker dîmenê li ser malpera xwe wekî tiştek serkeftî parve dikin.
Bikarhenêrê TikTokê yê bi navê Çawişê Pispor Fermandar Berk dîmenê îşkence û tundiya dijî şivanan bi gotina tolhildan belav dike.
Di vê dîmenê de carekî din şahîdî bi nefret û kîna hêzên dewleta Tirk li hemberî civaka Kurd tê dîtin.
Yek ji şivanên rû bi rû hovîtiya leşkerên Tirk hatî Hanîfî Yalavûz li ser bûyerê got:
Bûyer di 3’yê hezîranê de qewimî.
Destê me ji paş ve kelemçe kirin. Îşkence û heqaret li me kirin. Bi pehînan li serê me dan.