Partî, sazî û rêxistinên Kurd û demokratîk li Stenbolê konferansek li dar xistin

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê konferansek hate lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di konferansê de axivî û got, “Divê em li dijî siyaseta şer û tecrîdê têkoşînê mezin bikin”
Parêzerê Nelson Mandela Siraj Desai jî got, “Divê bazarî li ser hevdîtinên bi Ocalan re neyê kirin, tecrîd nayê qebûlkirin.”

Bi armanca bal kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û bi dawîkirina wê, îro li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê konferansa bi navê “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê, Mafê Aştiyê” hate lidarxistin.

Hevserok û parlementerên HDP’ê, parêzerên Rêber Apo, Endam û rêveberên sazî û rêxistinan, hiqûqnas, rojnameger û gelek kesên din tevlî konferansê bûn.

Di konferansê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û îşaret bi pirsgirêka gelê Kurd kir.

Mîthat Sancar: Piştî qutkirina hevdîtina li Îmraliyê tecrîd û şer giran bû

Sancar diyar kir ku zêdeyî 100 sal in pirsgirêka kurd heye û ji ber vê 40 sal in şer heye û got:

“Heta ku em bi hev re nêzî vê pirsgirêkê nebin, çareseriya pirsgirêka kurd jî ne pêkan e.”

Mîthat Sancar bal kişande ser têcrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka gelê Kurd de.

Sancar pêvajoya hevdîtinên bi Rêber Apo re bi bîr xist û wiha got:

“Dema em li serdema 2009-2011 û serdema 2013-2015’an ku li îmraliyê hevdîtin dihat kirin dinerin, em dibînin ku hevîya çareseriya pirsgireka kurd a bi rêbaza demokrasiyê zêde bûye.”

Sancar, li ser encamên qutkirina hevdîtinê jî rawestiya û got:

“Piştî hevdîtin qediya em dibînin şerekî pir giran dîsa dest pê kiriye.

Polîtîkayên leşkerî yên înkar, îmha û tundiyê zêde bûne.”

Dawî Mîthat Sancar anî ziman polîtîkayên şer civakê parçe dikin û bang kir ku divê herkes li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bike.

Di konferansa tecrîdê de parêzerê Lîderê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Siraj Desai jî amade bû û axivî.

Parêzere nelson Mandela: Tecrîda li serOcalan nayê qebûlkirin

Desai tecrûbeya Mandela û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê vegot.

Desaî da zanîn ku wan salên dirêj têkoşîna hiqûqî û siyasî kirine û gelê Afrîkaya Başûr bedelên pir giran dane û Nelson Mandela pirsgirêka demokrasiyê ya li welatê wan çareser kiriye.

Desai destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Rêber Ocalan re binpêkirina mafê mirovî ye û nayê qebûlkirin.

Di axaftina xwe de Siraj Desai anî ziman girtiyek ku piştî 20 salan neyê berdan diyar dibe ku dixwazin fikr û ramanê wî tune bikin.

Parêzerê Nelson Mandela Siraj Desai destnîşan kir ku berdana Rêber Ocalan dê ji bo pêkanîna aştiyê û civakê bibe gavekê û bang kir divê qada navnetewî li dijî tecrîdê rabe.

Back to top button