Xelkê li Idlibê li dijî gefên dewleta Tirk xwepêşandan li dar xist

Vê carê xelkê Idlibê li dijî Erdogan xwepêşandan pêk anî.
Di xwepêşandanê de gotin “Em dixwazin şerê Hikûmeta Şamê bê kirin, ne şerê Kurdan”.
Her wekî din daxwaz kir ku deverên wan ji destê Hikûmeta Şamê werin derxistin, da ku vegerin cih û warê xwe.
Ango li dijî plana guhertina demokgrafîk in.

Gel hilweşandina rejîma Erdogan dixwaze.

Ev silogan, ne li Qamişlo yan Hesekê hatin gotin vê carê deng ji Idliba dagirkirî bilind bûn.

Piştî ku Erdogan gefa êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar, xelkê li deverên dagirkirî, mîna Idlib, Efrîn û Serê Kaniyê, bi hêrs in.

Li bajarê Sermîn ê Idlibê ku 1 KM dûrî baregeha dewleta Tirk e şêniyan banga vegera li cih û warê xwe yên di bin kontrola Hikûmeta Şamê de kirin.

Xelkê ku li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin, ji dewleta Tirk daxwaz dikin ku şerê hikûmeta Şamê bike, ne yê Hêzên Sûriya Demokratîk.

Berî niha li dijî plana guhertina demografîk xwepêşandanek li Efrînê pêk hat û banga vegera li bajarên xwe kirin.

Di van rojan de jî li Serê Kaniyê, Efrîn û Girê Spî, komên çete bi hev dikevin û ew dever bûne meydana şer û xwînrijandinê.

Li hêleke din, li xeta Bab û Cerabilusê çend caran balafirên Rûsyayê deverên komên çete bombebaran kirin.

Wekî din, li ser xeta sînor ji Dêrikê heta bi Zirganê, yekem car Asayîş, Hikûmeta Şamê, tevî balafirên Rûs, li ezmanê herêmê firiyan.

Amerîkayê jî eşkere kir ku çi êrişeke Tirkiyê dê leşkerên Amerîkî û şerê li dijî DAIŞ’ê bixe metirisiyê.

Lê belê dewleta Tirk jî asta êrişên xwe li Şehba, Zirgan û Til Temirê zêde kiriye.

Back to top button