Çîçek Kobanê di dema êrişên dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê û Girêsipî de dîl hat girtin.
Dadgeha dewleta Tirk cezayê heta heteyê li, Çîçek a hemwelatiya Sûrî birî.
Dadgeha Bilind a dewleta Tirk cezayê heta hetayê yê girankirî li Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ku hatibû birîn, erê kir.
Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsa li gundê Mişrefa hatibû dilgirtin..
Paşê ew biribûn Rihayê û li wir girtibûn..
Dadgeha Rihayê bi îdiaya ku Temo, “yekitî û tevahiya welat û dewletê xera kiriye” cezayê heta hetayê yê girankirî û 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.
Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê ya Tirk di 11’ê hezîrana 2021’an de cezayê Dozgîn Temo erê kiribû û şandibû Dadgeha Bilind ya Tirk..
Hat hînbûn ku Daîreya Cezayê 3’yemîn a Dadgeha Bilind di meha çile ya 2022’yan de cezayê Dozgîn Temo erê kiriye.