Bi boneya roja Cîhanî ya zarokên bêguneh ên qurbaniyên êrişan Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li goristana şehîdan a li navçeya Fafînê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa zarokên Efrîn û zarokên koçber yên li Şehbayê dimînin.
Her wiha bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a têkildarî zarokên ku di êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê de şehîd bûne hat parvekirin.
“Li gorî bîlançoyê, 76 zarokan jiyana xwe ji dest da, ji wan 14 zarok bi teqînên mayîn û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane, 330 zarok jî birîndar bûne.
Hin zarok jî astengdar bûn. hinek zarok ji ber tirsa zêde û dengê top û balafiran, bi nexweşiyan ketine.
“Civaka navneteweyî şirîkê sûcên li dijî zarokan e, destê wê di xwîna zarokên bêguneh de heye.
Em bang li rêxistin, komeleyên sivîl, hiqûqî û mirovî yên têkildarî mafên zarok û mirovan dikin ku bi erkê xwe rabin û dawî li şerê li Sûriyê bînin.