KCK derbarê qetilkirina welatparêzê kurd Huseyîn Tûrelî daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand kir ku welatparêzê Kurd Huseyîn Tûrelî êvara 17’ê Nîsanê li Dihokê ji aliyê MÎT’ê ve bi piştgiriya Parastinê hatiye qetilkirin.
KCK bang li Gelê Kurdistanê û saziyên welatparêz kir kur divê xwedî li Huseyîn Turelî derkevin û li dijî yên êriş kirine û hevkarên wan bi rengekî xurt nerazîbûnê nîşan bidin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê qetilkirina welatparêzê Kurd Huseyîn Tûrelî ku di êvara 17’ê Nîsanê de li Dihokê hatî qetilkirin daxuyaniyek belav kir.

KCK’ê bi bîr xist Huseyîn Tûrelî berê jî li Duhokê rastî êrîşa çekdarî hatibû û wiha got:

“Hevkarî û piştgiriya Parastin di hemû sûîqest û qetlîamên ku MÎT’ê li Başûre Kurdistanê pêk tîne, bi awayekî eşkere tê dîtin.

Her çiqas tê zanîn Huseyîn Tûrelî di hedefa dewleta Tirk û MÎT’ê de ye jî, tedbîr nehat girtin û cara duyemîn bû hedef û hat qetilkirin.

Qetilkirina wî vê rastiyê derdixe holê.”

KCK destnîşan kir ku PDK li her derê hevkariyê bi polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan re hevkariyê dike û ev tişt anî zimam:

“Di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de û di şerê dijî gerîla de bi dewleta Tirk re tevdigere, li Şengal û Mexmûrê piştgiriyê dide êrîşan, li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî li gel çeteyan cih digire.

Di rewşeke bi vî rengî de PDK bi navê saziya xêrê li Efrînê deverên fermî vedike.

Gelo ev çawa dibe? Gelo ev ne hevkarî ye bi dagirkeran û qirkerên Kurdan re ye?

Bêguman raya giştî û gelê Kurd zane û dibîne ku PDK li ku derê disekine û çi dike.”

Di dewamê de KCK diyar kir PDK li Bakurê Kurdistanê jî ji bo dewleta Tirk di hilbijartinan de bi ser bikevin dixebite û got:

“Bi medya û çapemeniya xwe vê piştgiriyê bi şênberî nîşan dide, her roj kujerên bi hezaran welatparêzên Kurd derdixîne televîzyonan. ”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de êrîşa li ser Huseyîn Turelî şermezar kir û wiha bi dawî kir:

“Ev êrîş mîna êrîşên beriya niha ji aliyê MÎT’ê ve bi piştgiriya Parastinê hatiye kirin.

Bi rêya van êrîşan dixwazin welatparêzan bitepisînin.

Gelê Kurdistanê yê welatparêz û saziyên welatparêz demokratîk divê xwedî li Huseyîn Turelî derkevin û li dijî yên êriş kirine û hevkarên wan bi rengekî xurt nerazîbûnê nîşan bidin.”

MÎT’a Tirk welatparêzek ji Bakur li Dihokê kuşt

Back to top button