MÎT’a Tirk welatparêzek ji Bakur li Dihokê kuşt

MÎT’a Tirk welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Hûseyîn Tûrelî li Dihokê kuşt.

Doh saet 20.30’an MÎT’a Tirk li Dihoka Başûr welatparêzê ji Bakur Hûseyîn Tûrelî kuşt.

Hat zanîn ku kesê navborî li Family Moll a Dihokê dema li ser karê xwe bû hat kuştin.

Li gorî agahiyan MÎT’ê êrişî Hûseyîn kiriye û 6 gule avêtinê.

Balkêşe tevî bi dehan kamerayên çavdêriyê û endamên ewlehiyê jî êrişkar reviya.

Li gorî ROJNEWS’ê Tûrelî ji ber doza siyasî ya Kurd neçar mabû koçê Başûrê Kurdistanê bike.

Rêveberiya Polîsên Dihokê jî bûyer piştrast kir û dazanîn wan kujer negirtiye.

Lê wan biryara binçavkirinê derxistine.

Sala 2022’an jî Hûseyîn Tûrelî MÎT’a Tirk êrişî wî kiribû û ew di lingê wî de birîndar kiribûn.

Lê ji ber gefên MÎT’a Tirk û PDK’ê Hûseyîn nexwestibû bûyer di çapemeniyê de bibe rojev.

Back to top button