Dewleta Tirk bê navber êrişî herêmê dike.
Vê sibehê jî êrişî Til Temirê kir û şevê din berê topên xwe da Şêrawa û Zirganê.
Serê vê sibehê dewleta Tirk êrişî gundê Til Kerapêt ê Til Temirê kir.
Duh jî bi top û çekên giran gundên El-Tawîla, Til Tewîl yê heman navçeyê topbaran kirin.
Şevê din jî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê rastî êrişan hat.