Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di kongreya partiya xwe ya li Agiriyê de axivî, wiha got: “Em ê tecrîdê rakin, bi azadkirina birêz Ocalan pirsgirêka kurd çareser bikin û yekîtiya kurd xurt bikin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di kongreya partiya xwe ya li Agiriyê de axivî
û bahsa tecrîda girankirî kir û got:
“25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek heye.
Sekna birêz Ocalan, sekna azadî û pirsgirêka kurd e.
Desthilata AKP’ê û MHP’ê û dewleta tirk bi tecrîda dimeşîne rêya aştî û azadiyê girtî ye.
Ew naxwazin pirsgirêk çareser bibe û aştî pêk were ji ber vê yekê birêz Ocalan tecrîd dikin.
Em vê tecrîdê qebûl nakin, em ê bi berxwedan û têkoşînê vê tecrîdê rakin.
Em ê bi azadkirina birêz Ocalan pirsgirêka kurd çareser bikin.”
Keskîn Bayindir girîngiya yekitiya kurd destnîşan kir û wiha got:
“Ji bo azadiya kurd û Kurdistan divê em li dijî dijminatiyê dewleta tirk a li hember nasnameya me rabin.
DBP jî ji bo nasnameya siyasî ya kurdan saziyeke girîng e.”