“Divê gelê me li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne”

Parlamentera Wanê ya Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît işaret bi tecrîda giran a 25 salan kir û got: “Armanc ji tecrîdê pêşîgirtina li bicihhatina fikrên birêz Abdullah Ocalan e.”

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku 25 sal in tecrîdeke girankirî li dijî birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin û got:

“Hem weke Parlamenterên Partiya Çepên Kesk hem jî weke aktîvîstên TJA’yê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi pêngaveke kirine.

Hîmê esasî yê vê pêngavê polîtîkaya tecrîdê ye ku li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin.

Bi tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan re tê xwestin ku bicihhatina fikrên wî bê astengkirin.

Lewma tecrîda mutleq a girankirî tê ferzkirin.”

Parlamentera Wanê ya Partiya Çepên Kesk nirxandinên xwe wiha bi dawî kir:

“Em baş pê zanin ku ev polîtîkayên tecrîdê şer bi xwe re tîne û polîtîkayên şer kûr dike.

Bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê wê aştiyê bi xwe re bîne.

Divê gelê me li hemberî tecrîta girankirî bêdeng nemînin û dengê xwe bilin bikin.”

Cemal Demîr: Komploya Navneteweyî divê bi xurtî bê şermezarkirin

Back to top button