Li Şengalê li ser girîngiya zimanê dayikê komxebatek pêk hat

Li Şengalê Saziya Ziman û Perwerdê komxebatek bi dirûşma, ‘Civak bi zimanê xwe, digihe armanca xwe’ lidarxist .
Di komxebatê de hate gotin ku : ”Divê civaka Êzidî bi awayeke bihêz piştgirî bidin perwerdeya zimanê dayîkê ”.

Di komxebatê de li ser girîngiya zimanê dayîkê ji bo civaka Êzidî, rê û rêbazên pêşxistin û teşwîqkirina perwerdeya bi zimanê dayîkê nêrîn hatin girtin.

Berdevka Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê Xanim Şengalî semînera yekem li ser giringiya ziman da .

Xanim da zanîn ku cara yekemîn bi zimanê xwe xwendin û nivîsandin li Şengalê piştî fermanê pêşketiye .

Xanim di dewamê de got:

”Ji ber ku ti xebatek bi zimanê dayîkî nebû.

Ev yek bû sedem ku fermanên hatine serê me û dîroka me kêm bê nivîsîn.”

Piştre hevseroka Meclisa Xweseriya Şengalê Cîhan Celo li ser heman mijarî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo zimanê dayîkê yê Êzidiyan ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Iraqê ve bi awayeke fermî were nasîn, kar dike .

Cîhan Celo ji civaka Êzidî xwest piştgiriyê bidin mamosteyên zimanê dayîkê û bi awayeke xurt beşdarî dema nû ya perwerdeya zimanê dayîkê bibin.

Back to top button