Çalakiya Sefaretxaneya cîhaneke nû piştî 3 rojan bi dawî bû

Çalakiya ‘Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan’ ku gelek peyam lê hatin dayin, piştî nîqaşên li ser ‘Konfederalîzma demokratîk’ bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

Çalakî bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNKI û projeya hunermendê Hollandî Jonas Staal li şanoya Vîdy a Lozanê hate lidarxistin.

Ji gelek welatan bi dehan mêvan tevlî bûn û du rojan li ser Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kirin.

Endama Kongra Star Rûxweş Şêxo di şoreşa Rojava de bal kişand ser rola Rêber Apo û diyar kir ku îro bi firkê Rêber Apo şoreşek pêk hatiye, lê hêzên navnetewî divî vê yekê ne.

Çalakiya hunerî, çandî û siyasî ya bi navê ‘Sefaretxaneya cîhaneke nû; Kurdistan’ li bajarê Lozan ê Swîsreyê pêk hat û piştî 3 atolyeyên cuda bi durşma jin jiyan azadî bi dawî bû.

Back to top button