Referanduma Başûrê Kurdistanê ya 25’ê Îlona 2017’an

Beriya 6 salan wekî îro (25`ê Îlona 2017`an) , PDK`ê referandoma serxwebûna Başûr ragihand.
Di encama vê referandonê de Kurdan destkefiyên sererd û binerd ku ewqas sal bi xwînê hatine bidestxistin, di çend saetan de ji dest dan. Ev yek jî destkeftiyên li parçeyên din ên Kurdistanê xistin bin xetereyê.

Desthilata Başûrê Kurdistanê ku di bin serweriya PDK’ê de ye, tevî hişyarî û gefan sala 2017’an israr kir ku ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandom pêk bîne.

Lê dewletên dagirkerên Kurdistanê (Tirkiye, Îran û Sûriyeyê) yekser bertekên hişk nîşan dan.

Li hember wan gefan û ji bo parastina destkeftiyên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik wê demê wiha gotibû:

“Referandom mafekî rewa ye û tişta ku dihêle referandom watedar û bi nirx be yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî ya Kurdistanê ye.”

Di salvegera referandûmê de çarenûsa Başûrê Kurdistanê di xeterî de ye

Beriya dengdayînê bi hefteyekê, serokerkanên artêşên Tirk û Iraqê civiyan û referandom red kir.

Piştî referandomê bi rojekê anku 26’ê Îlonê, têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê de paşketin.

Wê rojê Erdogan serokê desthilata Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xayîn wesifand û got:

“Dema Tirkiye nehêle tankên wê ji sînor derbas bibin, hûnê birçî bimînin.”

Her wiha gef li Başûrê Kurdistanê xwar ku dê zextên aborî, leşker, bejahî û hewayî li dijî Başûr pêk bîne.

Bi şkestina referandûmê re li Başûrê Kurdistanê parçebûna hundirîn dest pê kir

Kurdan di şerê li dijî DAIŞ`ê de fedakariyên mezin kirin, bi hezaran şehîd û birîndar dan. Lê PDK`ê di çend saetan de, her tişt ji dest da.

Pêşmergeyên PDK`ê û YNK`ê bê berxwedanî ji Kerkûk û Musilê vekişiyan û Musil û Kerkûkê li ser sîniyeke zêrîn dan hikumeta navendî ya Iraqê.

Piştî windakirina ewqas destkeftî, PDK`ê dawiya Cotmeha 2017`an daxuyaniyek da û rawestandina encamên referandomê û destpêkirina diyalogeke vekirî bi hikumeta navendî re ragihand.

Ev şikestin, parçebûna hundirîn a li Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

Referandûm bandorek neyênî destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Dewleta Tirk jî hazir bû ku vê lawazbûnê bi kar bîne û dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi alîkarî û beşdariya PDK`ê firehtir kir.

Hejmara baregehên leşkerî û yên îstîxbaratî yên Tirkiyeyê ku wê demê tenê 20 bûn, lê niha 80 baregeh derbas kirin.

Bexdayê referandom ji xwe re kir hincet û dest bi vegerandina serweriya xwe ya li ser hinartina berhemên petrolê kir.

Ev hemû di encama siyaseta şaş a PDK’ê ve pêk hat ..

PDK bi hevkariya dagirkerên kurdistanê re îro vê siyaseta xwe ya şaş didomîne.

Back to top button