
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê, 2 jê jin 3 kes ji heman malbatê revandin.
Çeteyên dewleta Tirk 3 kes ji gundê Xezawiyên yê navçeya Şêrawa revandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan A Hewarê navên kesên hatine revandin wiha ne,
Eymen Mihemed Elî Keyfo ( 28 ), Binefşe ya 25 salî û Novîn Mihemed Elî Keyfo ya 25 salî.
Çeteyan piştî ku kesên navborî revandin ew birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.