Niinistro: Tirkiye her roj gutinekê dike

Parlamentoya Swêd û Fînlandiyayê endamtiya NATO’yê nîqaş dikin. Têkiliyên di navbera Moskow û Washingtonê de ji xala bêveger derbas bûn. Serokê Rûsya Putin, hevalbên xwe yên li dijî NATO kom kir û got, em ê li gorî rewşê bertek nîşan bidin. Serokomarê Fîlandiya li dijî gotinên Erdogan yên derbarê beşdarbûna wan ji NATO yê re, helwest nîşan da û got: Tirkiye her roj gotinekê dibêje.

Serokomarê Fînlandiya Sauli Niinistro da zanîn ku ew bawer dikin wê li ser îtîraza Tirkiyê bigihêjin encamekê û got: “Daxuyaniyên van rojên dawîn ên Tirkiyeyê zû diguherin û her ku diçe dijwartir dibe.”

Nîinistro, da zanîn ku wan ev daxuyanî “sûrprîz” dîtine û ev tişt anî ziman:

Di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re ya nêzî berî mehekê bandorekî erênî li ser min kiribû.

Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin jî doh li Helsînkî di rûniştina giştî ya Parlamentoyê de rapora endamtiya bo NATO yê pêşkêş kir.

Lê serokomarê Tirkiye Erdogan, doh careke din got, ew ê di mijara beşdarbûna Swêd û Fînlandiya ji bo NATO yê de, dengê na bikar bînin.

Putin, hevalbendên xwe yên li dijî NATO kom kir

Li Koşka Kremlînê jî bi boneya salvegera 20. a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf lîderê Rûsya, Belarûs, Kazakistan, Tacekîstan û Ermenîstan amade bûn.

Serokê Rûsya Valdimir Putin li ser berfirehbûna NATOyê nirxandin kir û got,

Ev mezinbûn bi temamî “pirsgirêkeke ku bi awayekî sûnî li gorî berjewendiyên siyaseta derve ya DYAyê hatiye afirandin e.

Bi karanîna NATO ji bo berjewendiyên welatekî ku di rewşa heyî ku ji xwe zehmete, zehmetir dike.”

Serokê Rûsya derbarê biryara Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê de daxuyanî da û got,

“Ti pirsgirêkên me bi Swêd û Fînlandiyayê re tune.

Di berfirehkirina NATOyê ya beşdarbûna Swêd û Fînlandiyayê de tu metirsiyeke rasterast li ser Rûsyayê tune ye, lê berfirehkirina binesaziya leşkerî ya vê herêmê wê bibe sedema helwest çêbibe.

Em ê li gefan binêrin û gorî wê bertekan nîşan bidin.”

Pêvajoya endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO dibe bi mehan dirêj bike

Li gorî rayedarên NATOyê, pêvajoya endamtiya her du welatan dikare di nava çend hefteyan de biqede.

Lê pispor dibêjin, ji ber bejirandina 30 endaman, ev pêvajo dibe bi heman dirêj bike.

DYA û Brîtanyayê soz dan ku di dema pêvajoyê de, ew ê di warê parastin û ewlehiyê de alîkariya her du welatan bikin.

Back to top button