Li Hewlêrê 12 kesên din bi vîrûsê ketin

Li başûrê Kurdistanê tevî tedbîrên zêde jî heta niha vîrûsa Corona ne hatiye kontrolkirin. Herî dawî li Hewlêrê 12 kesên din bi vîrûsê ketin.Li Îranê jî zêdetirî 2 hezar kesên din bi vîrûsê ketin.

Belavbûnav vîrûsa corona li Başûrê Kurdistanê didome.

Wezareta Tendirustiya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Hewlêrê di encama testên hatine kirin de derkete holê ku 12 kesên din bi vîrûsê ketine.

Li gorî daxuyaniyê ji kesên bi vîrûsê ketine 5 jin, 5 mêr û 2 jî zarok in.

Li gorî vê heta niha li Herêma Başûrê Kurdistanê 544 kes bi vîrûsa coronayê ketine.

Ji vane 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 407 kes rihet bûne.

132 kes di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Ji ber belavbûna vîrûsê, qedexeya çûn û hatina di navbera parêzgehên Başûrê Kurdistanê heta 15’ê hezîranê hatiye dirêjkirin.

Girtiyê nexweş Mehmed Fîlîz: Ez ji mirinê re hatime hiştin

Di vê rewşa xeter a belavbûna vîrûsê de, jiyana girtiyan di xeteriyê de ye.

Girtiyên nexweş ku sûd ji qanûna Înfazê negirtin, ji mirinê re hatine hiştin.

Girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Îzmîrê dimîne bi rêya malbata xwe rewşa xwe ya tenduristiyê ragihand.

Fîlîz, diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê hê bêtir nebaş bûye û weke girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku hefteya borî jiyana xwe ji dest dabû terkî mirinê hatiye kirin.

Li Îranê nêzî 8 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye

Rewşa kambax a li Îranê jiyana welatiyan xistiye metirsiyê.

Li gorî bîlançoya ku desthilatdariyê daye, di 24 saetên dawî de li Îranê 2 hezar û 258 kes bi vîrûsê ketine û 63 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi giştî heta niha li Îranê 143 hezar û 849 kes bi vîrûsê ketine û 7 hezar û 628 kes jî mirine.

Back to top button