Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji ber bombeyeke destan 4 zarok birîndar bûn.
Li navçeya Şedadê, kesên ne diyar ku li motorsîkletekê siwar bûbûn, bombeyek destan avêtin nav 4 zarokan.
Di encama wê de her çar zarok birîndar bûn û zarok yekser ji bo nexweşxaneya Hesekê hatin rakirin.
Navên zarokên birîndar û temenê wan wiha ne,
Meter Xidir (3),
Nûr Xidir (5),
Xidir Xidir (6),
Û Yasir El-Hemûd El-Xidir (15) ye.
Bijîşkê nexweşxaneyê Hikme ya bajarê Hesekê Mihemed Fadil anî ziman ku rewşa Yasir El-Hemûd xeter e.