Artêşa Tirk: hilokoptereke rêjîmê hat xistin

Li Idlibê, şerên giran di navbera rêjîma Sûrî û artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de pêk hat, di şeran de hilokoptereke rêjîmê hat xistin.

Li nêzî nuqteyên Tirkiyê yên bi navê çavdêriyê li Idlibê, şer navbera artêşa Tirk û artêşa rêjîma Sûrî de çêbû.

Wezareta Parastina Tirkiyê, ragihand ku leşkerên rêjîma Sûrî ji bajarokê Nêribê vekişiya û li bajarokê hilokoptereke rêjîmê xistine xwarê.

Her wiha herdu pîlotên di hilokopterê de jiyana xwe ji dest da.

Beriya ketina hilokopetera rêjîmê, daxuyaniyek ji Kremlina Rûsyayê derketibû û tê de li ser rawestandina hemû êrîşên li dijî rêjîm û Rûsyayê li Idlibê û pêkanîna tifaqa Tirkî-Rûsî ji bo Sûriyê teqez kiribû.

Ev êrîşên dewelet Tirk û çeteyên girêdayî wê di çarçoveya vegerandina deverên ku herî dawî rêjîm bi dest xistine, di nav de bajarê stratîjîk Seraqibê.

Hat zanîn jî ku ji bo piştgirya çeteyên li Idlibê, Tirkiyê krawaneke leşkerî ku ji 60 maşîneyan pêk tê şand Idlibê.

Back to top button