Wezîrê parastinê yê DYA û Çînê cara yekm dicivin

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin wê bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wei Feng re civiya. Mijara sereke “bendên nobetdariyê” bû.

Civîn li bajarê Singaporê pêk hat.

Cara yekemîn e ku wezîrê parastinê yê Amerîka Lioyd Austin bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wei Feng re civiya.

Berpirs danîna “bendên nobetdariyê” di navbera DYA’yê û Çînê de nîqaş kirin.

Berpirsekî got, wê doza Taywan cihekî girîng di tevahî nîqaşên Austin de bigire.

Li aliyekî din jî berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê got Austin dixwaze têkilî bi artêşa Çînê re vekirî bimînin, da ku pêşî li rewşên nelihevkirinê di paşerojê de bigirin.

 

Back to top button