Istixbarata Tirk welatiyekî Efrînî revand

Dewleta Tirk ne tenê li Efrînê, li derve jî welatiyên Efrînê direvîne. Istixbarata Tirk her dawî welatiyekî Efrînê li bajarê Qeyserî yê Tirkiyê revand.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Istixbarata Tirk welatiyê bi navê Mistefa Hisên Casim yê ji gundê Qere Baba yê navçeya Raco li bajarê Qeyserî ya Tirkiyê girt.

Hat diyar kirin bi hinceta ku Mistefa bi malbata xwe ya koçberî Şehbayê bûye di nava têkiliyan de ye ew girt.

Heta niha çarenûsa Mistefa ne diyar e.

Beriya vê bi çend rojan jî, welatiyê Efrînê yê bi navê Ednan Bekir tevî du kurên wî li bajarê Stenbolê ji aliyê MIT’a Tirk ve hatin revandin û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Back to top button