Feleknaz Ûca: Hevgirtina Rojava û Şengalê ji dîwaran mezintir e

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku armanca dîwarên tên lêkirin qutkirina têkiliya di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ye û got: “Hêz û tifaqa Rojava û Şengalê, ji wan dîwaran pir mezintir e.”

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êriş bir ser Şengalê.

Di dema êrişan de pêşmergeyên girêdayî PDK’ê reviyan û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi korîdora ku vekiribû êzidiyên ji ber êrişan reviyabûn ji herêmê derxistin.

Lê belê rêvebiriya PDK’ê ya ku wê demê êzidî di nava lepên DAIŞ’ê de hişt û reviya, niha ji bo pêwendiya di navbera Şengal û Rojavayê de qut bike dîwaran lê dike.

Derbarê mijarê de, Parlementera HDP’ê a Êlihê Feleknas Ûcan nirxaina kir.

Feleknas destnîşan kir ku armanca dîwarên di navbera Şengal û Rojava de tên çêkirin ew e ku êzidî bi tenê bên hiştin û careke din bi fermanê re rû bi rû bimînin.

Feleknas Ûca diyar kir ku armanca wan bi êrişa ser Şengalê re Rojava nikaribe aliyê Şengalê bike.

Parlementera HDP’ê a Êlihê anî ziman ku hêza Rojava û Şengalê ji wan dîwaran pir mzintir e.

Feleknaz Ûca: Divê em li ber vî şerî bêdeng nemînin

Di dawiya axaftina xwe de Feleknas Ûca got: Divê em li ber vî şerî bêdeng nemînin, ger em bi hev re êşa zarokên li Rojava, Hewlêr û Mahabadê hîs nekin, dê yekîtî çênebe.

Back to top button