Burhan: Heya şer hebe dê pêvajoya siyasî ne gengaz be

Ev demeke dirêje li Sûdanê şerê navxweyî didome.
Di navbera Hêzên Piştgiriya Bilez û Hêzên Çekdarî yê Sûdanê de şer li seranserî welêt belav bûye.
Her wiha Amerîka jî 3 rêxistinên Sûdanî ku şerê du aliyan fînanse dike xist lîsteya cezayê.

Abulfetah el-Burhan di serdana xwe ya ji bo yekîneyên artêşê yên li parêzgeha Sinarê ya li navenda welêt de axivî.

Burhan diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên li welat ne li derveye, li hundir e.

Burhan da zanîn ku bêyî dawîlêanîna serhildana Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK)’ê ya li dijî dewletê ne mimkun e ku mirov behsa pêvajoya siyasî bike û wiha got:

“Em alîgirê aştiyeke ku maf, rûmet û serbilindiya Sûdaniyan diparêze ne.”

Rêveberên şoreşger û alîgir û milîsên wan wê ji hemû binpêkirinên li dijî welatiyên bêguneh tên kirin, hesab bidin.”

Li aliyê din Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez Mihemmed Hamdan Dagalu di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X’ê de diyar kir ku ew amade ne di her çarçoveyeke herêmî û navneteweyî de beşdarî hemû pêvajoyên aştiyê bibin.

Dagalu destnîşan kir ku divê însiyatîfên aştiyê bibin yek û da zanîn ku ev yek dê pêvajoya bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyê li Sûdanê bileztir bike.

Amerîka 3 rêxistinên Sûdanî xist lîsteya cezayê

Rêvebiriya Amerîkayê sê rêxistinên Sûdanî xiste nav lîsteya cezayên xwe yên ku Hêzên Çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştigiriya Bilez fînanse dikin.

Misteşarê Xezîne û berpirsyarê Îstîxbarata Malî û Terorîzmê Brian Nelson derbarê vê yekê de wiha got:

“Ji ber piştgiriya fînansî ya kes û saziyan pevçûnên li Sûdanê didomin.

Tevlî hevalbend û hevkarên xwe emê wan torên fînansî bigirin hedefa xwe û çavkaniyê wan asteng bikin.”

NY: Şerê Sûdanê bû sedema koçberkirina 8 mîlyon kesî

Back to top button