Dera-Israîlê êrişî deverên hêzên hikumeta Şamê kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê li baregehên leşkerî û depoyên çekan ên nêzî herêma Colanê ya li ser sînorên Sûriye-Urdinê xistin.
Li herêma bêçek jî 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Vê sibê dengê teqînan li Derayê hate bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer yên Israîlê parêzgeha Derayê bombebaran kir.

Xala 112’an ya hêzên hikumeta Şamê û xaleke din bûn armanca êrişan.

Di seatên nîvro de, li nêzî riya Dera-Şam mayînek bi erebeyek leşkerî ya hikumeta Şamê de teqiya.

Hat diyar kirin di encamê de, hin leşker birîndar bûne.

Li herêma bêçek 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li aliyê herêma bêçek jî balafirên Rusyayê xalên komên çete yên li Idlibê bombebaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê jî bi çekên giran gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin.

Çeteyên Fetih El-Mubîn jî êrişî xalên hêzên hikumetê yên li başûrê Idlibê kirin.

Hat diyar kirin 2 leşkerên hikumeta Şamê li xetên şer yên li Idlib û Laziqiyê ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin.

Back to top button