Çeteyan welatiyek û malbata wî êşkence kirin û ew revandin

Çeteyên dewleta Tirkiyê li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê hovîtiyê dewam dikin.
Rojane bê navber welatî têne revandin, mal têne talankirin û firotin, dar têne birîn û berhemên wan têne dizîn.
Çeteyên dewleta Tirkiyê bi ser mala welatiyekî de girtin û piştî ku wî û malbata wî êşkencekirin ew revandim.

Dewleta Tirkiyê a dagirker ji roja dagirkirina Efrînê û heya niha sûcên hovane lê pêk tîne.

Rojane welatî têne revandin û ji bo berdana wan jî çete doza fidyeyê li malbatê dikin.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Derwîş Reşo ya li gundê Qetma ya Şerayê de girtin.

Hat diyar kirin çeteyan hevjîna Mihemed Reşo û zarokên wî êşkencekirin û dema ku dayika Reşo dixwest çeteyan dûrî wan bixe, wê jî bi awayekî hovane êşkence kirin.

Hat ragihandin piştî lêdan û êşkenceyê çeteyan Reşo revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çeteyan welatiyek li hember 400 dolar fideye berdan

Efrîn POST jî eşkere kir ku çeteyên Istîxbarata Tirkiyê yên li Efrînê Hisên Mistefa yê ji gundê Dar Giryê li hember 400 dolarî berdan.

Mistefa di 11 vê mehê de ji mala xwe hatibû revandin.

Efrîn-Firotina mal û milkên xelkê Efrînê didome

Li aliyekî din jî firotina mal û milkê welatiyên Efrînî dewam dike.

Yek ji çeteyên Sulatan Mûrad firoşgeha Hesen Horo yê ji gundê Şêxorzê ya Bilbilê bi 1400 dolarî firot çeteyekî din.

Çeteyekî jî mala Elî Cemo yê ji gundê Berad yê Şêrawa bi 1000 dolarî firot.

Çeteyên Tirkiyê li Efrîna dagirkîrî welatiyê 70 salî revand

Back to top button