Mamosteyên herêma Başûrê Kurdistanê daxwaza mafê xwe dikin

Bi mehane mûçeyên mamostayên li Başûrê Kurdistanê nayê dayîn.
Ev yek jî bûye sedema ku mamosta boykota xwe bidomînin.
Endamê Desteya Mamostayên Nerazî yên Germiyanê Arî Ezet diyar kir ku êdî baweriya wan bi desthilata herêmê nemaye.
Hemwextî mamosta di boykotê de ne, Wezareta Perwerdeyê salnameya xwendinê belav kir.

Boykot û xwepêşandanên mamostayên Başûrê Kurdistanê nêzî 4 mehane dewam dike.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkaya şaş yên hikumeta ku PDK serkêşiya wê dike, mamoste jî dinavê de gelek karmend ji mafê xwe bêpar mane.

Heta niha jî Hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê daxwazên mamosteyan bi cîh neaniye.

“Hêviya me bi desthilata herêma Kurdistanê nema, lewam em çûn Bexdayê”

Endamê Desteya Mamostayên Nerazî yên Germiyanê Arî Ezet di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî.

Mamosta Arî diyar kir ku ew ji desthilata Herêma Kurdistanê bê hêvî bûne û got:

“Ji bo pêkanîna daxwazên mamostayan û welatiyan, me berê xwe da Bexdayê û em li gel Serokwezîrê Iraqê civiyan.

Di civînê de me qala çareserkirina pirsgirêka mamostayan û mûçexwerên Herêma Kurdistanê kir.

Wan jî soz dan ku di sala nû de pirsgirêkan çareser bikin.”

Boykot li Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn û Koyê mamoste bi xwepêşandanan daxwaza mafê xwe pêk tê.

Mamoste: Heta daxwazên me bicîh neyên wê çalakiyên me dewam bikin

Mamoste Arî daxuyakirin ku hinek daxwazên wan hene divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkbîne û ev tişt anî ziman:

“Me daxwaznameyek ku ji 5 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Em li bendê bûn bersivek were dayîn.

Lê tenê bersiva 2 daxwazan hate dayîn.

Ji bo wê em neçarin xwepêşandan û boykotê dewam bikin heta daxwazên me pêktên.”

Tevî mamostayan di boykotê de ne, Wezareta Perwerdeyê salnameya xwendinê belav kir

Balkêşe ku di demekî bi vî awayî de Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê agahiya belavkirina salnameyê belavkir.

Di demekî ku boykota mamostayên nerazî berdewame de, belavkirina agahiyeke bi vî rengî gumanên Hikumeta Herêmê naxwaze guh bide daxwazên mamostayan zêdetir dike.

Li Başûrê Kurdistanê 115 rojin mamoste ji bo mafê xwe di girevê de ne

Back to top button