Zedeyî 120 kesayatên Fransî banga ‘Em bibin dengê aştiya Kurdistanê’ kirin

13’ê Çileyê li Marsîlyayê wê konferansa ‘Em bibin dengê aştiya Kurdistanê’ were lidarxistin.
Zêdeyî 120 Hunermend û rewşenbîrên Fransî ku mohra xwe danîne binê vê organizyonê banga tevlîbûnê kirin.
Kesayetan diyar kirin ji bo pêşî li tunekirina gelekî bê girtin divê her kes 13’ê Çileyê de li hev kom bibin.

Belavoka Kolektîfa ‘Em bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re’ li rojnameya Lîberatîonê hate weşandin.

Zêdeyî 120 kesayetên hunermend û rewşenbîrên Fransî mohra xwe danîne binê vê belavokê.

Di belavokê de tê gotin:

“Di nava xemsariyeke giştî de hikumeta Tirk hilweşînê li gelê Kurd ferz dike.

Kolektîfa ‘Em bibin dengê aştiyê ji Kurdistanê re’ 13’ê Çileyê li Marsîlyayê ji bo lidarxistina konferansekê bangê dike.”

Di serî de li Kurdistanê, kesayetan bal kişandin li ser komkujiyên li Rojhilata Navîn û wiha gotin:

Hêlînên tundiya giran a ku li Rojhilata Navîn belav bûye ne ji hev ne jî ji cîhanê îzole ne.

Ketine nava toreke mîlîtarîzmê ya global û bêhevî xelekên zincîrî yên îdeolojiyên neteweperest in ku dişibin hev. Em nehêlin ku xelek mezin bibe û ji nû ve bê girtin.

Divê em destûrê nedin ku komkujiyek yeka din binixumîne.

Ji bo şikandina tundî û nefretê, kesayetên Fransî diyar kirin ew ê her tiştî bikin û gotin:

Li gel dengên din ên ji bo banga aştî û agirbestê yên li Îsraîl-Fîlîstînê, ji bo gelê Kurd jî neyê jibîrkirin em dengê xwe bilind dikin.

Bi domdarî êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate bibîrxistin û

Hate gotin Kurd her roj qurbaniyên xwe dijmêrin û ev bang hate kirin

AANES bang li hevkarên xwe yên li Sûriyê, saziyên NY, Konseya Ewlekariyê ya NY û rêxistinên mafê mirovan dike ku li dijî êrişên Tirkiyê sekneke xurt nîşan bidin.

Her wiha di belavokê îşaret bi tecrîda li ser Rêber Apo jî hate kirin û hate gotin, bi rêya tecrîdê hêrsa Kurdan bi zanebûn tê sorkirin

Hunermend û rewşenbirên Fransî diyar kirin ji bo pêşî li tunekirina gelekî bê girtin divê her kes 13’ê Çileyê de li hev kom bibin û dengê aştiyê yê ji Tirkiyê û çar aliyen cîhanê hin bi xurtir bilind bibe.

Back to top button