Li Almanyayê cotkar û makînîst di grevê de ne

Greva cotkaran a li Almanyayê di roja sêyemîn de didome.
Greva makînîstan a ku vê sibehê dest pê kir, bandoreke neyînî li gîhaniya welat kir.
Tê gotin dibe ku di pîşesaziya balafiran de jî grev çêbibe.

Çalakiya ku di 8’ê Çileyê de ji aliyê cotkaran ve seranserê Almanyayê hatibû destpêkirin didome.

Cotkaran li dijî polîtîkaya teserûfê ya hikûmeta Alman ya girtina desteka bacê ya li ser berhemên mazotê û wesayîtan ên çandiniyê ne.

Cotkaran di 8’ê Çile de dest bi grevê kirin û li seranserê welat bi traktor û kamyonan rê û rêyên sereke yên bajêr girtin.

Di çarçoveya grevê de ku tê payîn hefteyekê bidome, cotkarên li eyaletên cuda yên welat bi traktorên xwe çalakî li dar xistin.

Li bajarên Flensburg, Rendsburg û Lubeck ên eyaleta Schleswig-Holstein (Şileswîg-Holşitayn) a li bakurê welat cotkaran bi traktorên xwe rê girtin.

Ji ber bandora grevê trafîka wesayîtan hilweşiya

Ji ber bibandorbûna greva cotkaran, li Flensburgê danê nîvro trafîka wesayîtan hilweşiya.

Li gorî nûçeya NDR ya Almanyayê, li bajar dem bi dem nêzî 2 hezar traktor derketin ser rêyan û ji navenda bajar heta otobanê trafîk asê bû.

Hat diyarkirin ku konvoya traktoran a di trafîkê de carinan dirêjiya nêzî 15-20 kîlometreyan dibû û polîsan berê hin traktoran diguherandin.

Ji aliyê din ve îro polîsên navçeya Rendsburg-Eckernforde bi biryarnameyeke giştî xwepêşandan qedexe kir.

Hat ragihandin ku polîsan ji nîvê şevê ve li qada tunelê konvo jî di nav de her cure civîn qedexe kirin.

Dibe ku di sektora veguhestina balafiran de jî grev dest pê bike

Greva din a ku di rojeva welat de ye, grevên muhtemel ên di sektora veguhestina balafiran de ye.

Danûstandinên mûçeyê di navbera sendîkaya Verdî û Lufthansayê de dê di 18’ê Çileya 2024’an de dest pê bikin.

Ger di navbera herdu aliyan de lihevkirin çênebe, îhtîmala grevê di rojevê de ye.

Sendîka daxwaz dike ku ji sedî 3,6 ê mûçeya bingehîn a karmendan mûçeyek nû ya mehane were dayîn û her sal bi lez were zêdekirin.

Li Almanyayê çalakiyên cotkaran dest pê kir

Back to top button