Îlham Ehmed: Amerîkayê sozên xwe yên ji bo parastina heremê bi cih neanî

Bi armanca nirxandina tevgera dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrî, li Komîteya Çavdêriyê ya Kongresa Emerîkayê civînek hat lidarxistin. Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed beşdarî civînê bû û behsa hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê kir. Yekem care di Kongresa Amerîkayê bi zimanê Kurdî axaftin hat kirin.

Ilham Ehmed bi bîr xist ku Kurd, Ereb, Xirstiyan û hemû pêkhateyên li herêma wan bi salane li dijî DAIŞ’ê ketin nava şerek mezin û wiha got:

Di vî şerê dijwar de me 11 hezar şehîd dan. 25 hezar şervanên me perçeyek ji bedena xwe dan.

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di vî şerî de Emerîka jî hevkarî li gel wan kir û wiha got:

Peyman di navbera me de hebû. Rêveberiya Emerîka soz dabû ku heta çareseriya siyasî ew ê ji axa Sûrî dernekevin. Dema dagirkirina Efrînê Emerîka bi bahaneya ku hêzên wan li wir tine ne, got ew ê nikaribe asteng bike.

Wê demê Emerîka sozek wiha dabû, eger êrişa li dijî axa me pêk were ew ê rê nedin.

Lê me dît ku 9’ê Cotmehê ev yek pêk nehat. Ji ber vê li welatê me komkujî pêk hat. Siyasetvan, jin û zarok hatin kuştin.

300 hezar sivîl ji cih û warên xwe bûn. Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê dane pêşiya xwe û êrişî me dike. Çekên qedexekirî bikar anîn.

Îlham Ehmed di civînê de bi wêneya hovîtiya dewleta Tirk nîşan da

Leave a Reply

Back to top button