Nûnerê Taybet ê Emerîka yê Sûriyeyê James Jeffrey ji ajansa AFP’ê re diyar kir ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhiloatê Sûrî 100 DAIŞ’î ji girtîgehan reviyan e.
Li gorî ajansê James Jeffrey, Komîteya Têkliyên Derve ya Congressê ji vê yekê agahdar kiriye û ji wan re ragihandiye ku heta niha 100 DAIŞ`î karîbûne ji zîndanên Sûriyê birevin.
Û ew nizanin DAIŞ’yên reviyanê niha li ku derê ne.
Aliyên eleqedar yên bakur û rojhilatê Sûrî beriya niha ji raya giştî re ragihandibû ku ji ber êrîşên Tirkiyê li ser kampa Eyn Îsa û girtîgehan 785 çeteyên DAIŞ’yê reviyan.