Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li dijî tecrîdê serdana Nobeta Edaletê kir

Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîda li ser Rêber Apo li hev kom bû û çû serdana Nobeta Edaletê.
Hiqûqnasên Navneteweyî bertekên dayikê ku di Nobeta Edaletê de ne gohdar kirin û gotin: “Tirkiyeyê di bin zextan de ye û ji bo çareseriya meseleya kurd emê tevbigerin.”

Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo li hev kom bûn û serdana Nobeta Edaletê kirin.

Dayikên di Nobeda Edaletê de bi pêşmalkên spî yên li ser “Tecrîdê sûcê li dijî mirovahiyê ye” şandeyê pêşwazî kir.

Dayikan diyar kirin ku ew ji bo tecrîda li ser Rêber Apo di nava çalakiyan de ne û gotin:

“Ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe dê zextên li ser gelê kurd jî bi dawî nebin.”

Her wiha dayikan bertek nîşanî CPT’yê jî dan ku hat Tirkiyeyê lê serdana Îmraliyê nekir û gotin ku divê hiqûqnasên navneteweyî jî CPT’yê şermezar bikin.

Paşê şande li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevdîtin bi Hevserokên partiyê re kir.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku dewlet di meseleya kurd de di şer de israr dike û got:

“Lewma xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin. 3 sal in di bin tecrîdê de ye. Navenda hemû pirsgirêkan Îmralî ye.”

Paşê endamên şandeyê jî diyar kir kirin ku polîtîka li Tirkiyeyê di bin zextan de ye û gotin dê ji bo çareseriya meseleya kurd tevbigerin.

Delegasyona Navneteweyî serdana çalakvanên Nobeta Edaletê kir

Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê li Amedê ye

Back to top button